Kurdên Êzidî li Lalesê Cejna Cemayê pîroz dikin
PeyamaKurd – Kurdên Êzidî dest bi pîrozkirina Cejna Cemayê kirin ku her sal di hefteya duyem a meha Cotmehê de tê pîrozkirin.
Ji bo pîrozbahiyên Cejna Cemayê ku ji 6ê Cotmehê heta 13ê Cotmehê dewam dikin, bawermendên Êzidî serdana perestgeha pîroz a Êzidiyan Laleşê dikin û cejna xwe pîroz dikin.
Cejna Cemayê herwiha wekî, “Cemaya Şêx Hadî” jî di nav Êzidiyan de tê zanîn ku hefteyekê dewam dike û bi hezaran Êzidî ji Kurdistan û cîhanê beşdarî pîrozbahiyê dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin