Cejna Çileyê ya Kurdên Êzidî îsal li Perestgeha Lalesê nayê pîrozkirin

02 February 2021 18:03 0 dîtin
Cejna Çileyê ya Kurdên Êzidî îsal li Perestgeha Lalesê nayê pîrozkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber vîrusa koronayê wê Cejna Çileyê Zivistanê ya Kurdên Êzidî li perestgeha Laleşê bi merasîmê neyê pîrozkirin.

Îro cejna Çilê Zivistanê ye ku yek ji cejnên sereke ya kurdên êzîdî ye û bi merasimên taybet tê pîrozkirin.

Berdevkê perestgeha Lalişê Loqman Silêman ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku îro cejna Çilê Zivistanê ye. Di nav 40 rojan de hinek kesên êzidî bi rojî dibin û roja 2yê Sibatê jî dibe cejn.

Loqman Silêman dibêje, berê kurdên êzidî bo pîrozkirina vê cejnê qesta Lalişê dikirin lê îsal ji ber Koronayê ti merasîmek nayê kirin.

Berpirsê Perestgeha Lalişê da zanîn ku bi biryara civaka ruhanî ya êzîidiyan û Baba Şêx ji bo tenduristiya xelkê nekeve metirsiyê îsal ti merasîmeke pîrozkirinê pêk nayê.