Kurdên Êzidî li Lalesê pêswazî li biryara jenosîd nasînê ya Almanya kirin

10 July 2022 19:51 0 dîtin
Kurdên Êzidî li Lalesê pêswazî li biryara jenosîd nasînê ya Almanya kirin

Peyamakurd – Li ser biryara Parlamentoya Almanya ya jenosîd nasîna komkujiya êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve, Mîrê Êzidiyan û Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan, pêşwazî li wê biryarê kirin.

Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) roja Pêncşemê 7ê Tîrmeha 2022an, tawanên DAIŞê yên di derheqê Kurdên Êzidî de weke jênosîd nas kiribû.

Li ser mijarê Kerîm Silêman bi nûnertiya Mîrê Êzidiyan û Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan îro 10ê Tîrmehê civîneke rojnamevanî li Laleşê hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev heşt sal in qirkirin di derheqê me de hatiye kirin. Niha hejmarek ji welatên Ewropa vê qirkirinê qebûl dikin, bi taybet jî ku niha Almanya wek welatekî giring û bihêz çi li ser asta cîhanê û çi li ser asta Ewropa bi xwe de jî ev komkujî qebûl kir. Em spasiya Almanyayê de û ev biryara wê dê bandoreke wê ya baş li ser rewşa Êzidiyan bi giştî hebe û bi taybet jî Êzidiyên li Almanyayê dimînin, ji ber ku ew jî ji ber komkujiyê derketine.”