UNICEFê hisyariya qanûna UNRWAyê da!
PeyamaKurd – Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku cîbicîkirina tam ya yasaya Parlamentoya Îsraîlê ya derbarê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk wê encamên kujer bi xwe re bîne.
UNICEFê derbarê qanûna Parlamentoya Îsraîlê ya ji bo bidawîkirina xebatên UNRWAyê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku UNRWA saziya sereke ye ku xizmetên bingehîn û parastina Filistîniyan di nav de Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a dagirkirî ye û hat destnîşankirin ku ew bingeha xebatên alîkariyê yên însanî yên li Xezzeyê ye.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de bal hat kişandin ser wê yekê ku "Ji UNRWAyê re tu alternatîf tune" û hat destnîşankirin ku UNRWA tekane saziya ku Lijneya Giştî ya NYyê wezîfedar dike ji penaberên Filistînî re xizmetê dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku UNRWA li Xezze, Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a dagirkirî bi 18 hezarî zêdetir toreke xizmeta civakî ya berfireh a xizmetên tenduristî, perwerde û xizmetên din ên bingehîn pêşkêş dike û hat gotin, "Tu saziyeke Neteweyên Yekbûyî nikare vê berpirsyariyê bigire ser xwe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin