Ji UNRWAyê hisyariya karesata mirovî...

09 November 2023 21:43 0 dîtin
Ji UNRWAyê hisyariya karesata mirovî...

PeyamaKurd - Rêxistina Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) li ser şerê berdewam ê ku li Xezeyê di navbera Îsraîl û Hemasê de didoma daxuyanî da.

Rêxistina Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî hişyariya rûdana karesata mirovî da û da xuyakirin, ji dema destpêkirina şerê Hemas-Îsraîlê ve 99 karmendên wan jiyana xwe ji dest dane. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hejmara herî zêde ye ku endamên wan di şerekî de jiyana xwe ji dest didin.

UNRWA bibîr xist, li Xezeyê rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe û pêwîste di zûtirîn demê de alîkariyên tenduristî bo nexweşxaneyan bên şandin.