Ji bo Efrînê hisyariya karesateke mirovî: Li gundekî 115 kes bi koronayê ketin

19 November 2020 20:16 0 dîtin
Ji bo Efrînê hisyariya karesateke mirovî: Li gundekî 115 kes bi koronayê ketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber xemsarî û wernegirtina tedbîran ji aliyê komên çekdar û hêzên Tirkiyê ve, li gundekî Efrînê tenê di nav du rojan de 115 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandiye ku li gundê Mîrka û gundê Husê yên navçeya Mabeta vîrûsa Koronayê bi awayekî zêde belav bûye û pêketina 115 kesan hatiye tomarkirin.

Rêxistinê diyar kiriye ku ji wê hejmarê 102 kes xelkê gund yên resen in û 13 kes jî koçberên ereb ên li wan gundan hatine bicih kirin in ku rewşa hin pêketiyan giran e û ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatine veguhestin.

Rêxistina Mafên Mirovan daye xuyakirin, ew her du gund ji doh 18ê Mijarê ve hatine karantînekirin û hîn encamên 70 testan jî derneketine ku dibe hejmar zêdetir jî bibe.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê hişyarî daye ku heger rewşa belavbûna vîrûsa Koronayê bi vî awayî berdewam bike, wê li herêmê karesateke mirovî çêbibe.