Ji WHOyê peyama erdheja Hatayê: Em ji lerzên ku dibin sedema travmayan bi fikar in
PeyamaKurd – Sazî û dezgehên girêdayî Neteweyên Yekbûyî li ser erdheja şeva borî ya Hatayê ku bi pileya 6,4 rû da û hîn enqazên erdheja 6ê Sibatê nehatibûn rakirin, peyamên alîkariyên berdewam belav kirin.
Berpirsê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus jî piştî erdheja Hatayê ya duyem ku careke din bû sedema mirina hejmarek welatiyan û birîndarbûna bi sedan kesan, li ser Twitterê peyamek belav kir.
Ghebreyesus got: "Em ji ber lerzînên ku li Tirkiye û Sûriyê dibin sedema zêdetir mirinan, birîndarbûn û travmayan bi fikar in. Tîmên WHOyê ji bo alîkariya lezgîn bidin hemû ziyandîtiyên erdhejê tevî xebatkarên tenduristiyê û klînîkên mobîl û alavên xwe piştevaniyê dike.”
Di encama erdheja bi pileya 6,4 a navçeya Defne ya Hatayê de, 6 kesan can daye û 18 kes bi giranî 294 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin