Ji Xamaney bo Ebdulmehdî: Leskerên Amerîkayê zû ji Iraqê derxin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di çarçoveya serdana xwe ya Tehranê de, bi Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney û Serokomar Hesen Ruhanî re civiya.
Rêberê Olî yê Îranê Xamaney di hevdîtina îro 6ê Nîsanê ya li Tehranê de, bang li Ebdulmehdî kir ku demildest leşkerên Amerîkayê ji nav erda Iraqê werin derxistin.
Li gor medya Îranê Xamaney ev banga han li Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir:
“Divê ji bo ku Amerîka demeke herî nêzîk de leşkerên xwe ji Iraqê derxe, hûn xebatê bikin. Çunkî dema ku leşkerên Amerîkayê li welatekî demeke zêde dimînin, derxistina wan ji wan welatan pir zehmet dibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin