Kazimî: “Wê di nêz de hinek leskerên Amerîkayê ji Iraqê vekisin”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî li Bexdayê civîneka çapemeniyê çêkir û ragihand ku wê di nêz de ji nav sefên leşkerên Amerîkayê hinek leşker vekişin. Kazimî behsa hilbijartinên Amerîkayê û halê leşkerên Amerîkayê li Iraqê kir. Kazimî weha got:
“ Iraq nanêre bê kî Amerîkayê îdare dike. Bo peymana xwe bimeşînin, em bi dezgeyên dewletê re dixebitin. Di nêz de wê ji sefên leşkerên Amerîkayê yên ku li Iraqê mane, wê hinek ji wan vekişin.”
Pantagon jî duhî ragihandibû ku wê hinek leşkerên Amerîkayê ji Iraq û Afxanistanê vekişin û jimara li her dû qelatan wê dakeve 2.500 leşkeran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin