Hizbullaha Iraqê gef li Kazimî xwar: Ajanê Amerîkayê û xayîn e!
PeyamaKurd – Piştî ku îro hêzên dijeterora Iraqê bi ser baregeha Hizbullaha Iraqê ya bi ser Heşda Şeibî de girt û herî kêm 23 kes binçav kir, Berdevkê Hizbullaha Iraqî Ebû Elî El-Eskerî bi daxuyaniyekê gef li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xwar. Eskerî, Kazimî wekî ‘ajanê Amerîkayê û xayîn’bi nav kir.
Ebû Elî El-Eskerî herwiha mikur hat ku hêzên Hizbullahê hin herêmên li Bexdayê dorpêç kirine, nexasim ‘Herêma Kesk’ a ku saziyên giştî, balyozxane û navendên fermî û hin malên rayedarên iraqî tê de ne.
Herwiha piştî serdegirtina hêzên dijî terora Iraqê, hêzên Heşda Şeibî û Hizbullahê bi wesayîtên çek li ser wan daketine kolanan û aloziya li Bexdayê zêde bûye.
Hêzên derketine kolanên Bexdayê li naverasta kolanên paytextê û derdora Herêma Kesk gef li hêzên ewlekariyê û serokwezîr Mistefa Kazimî xwarin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hizbullaha Iraqê ya bi ser Îranê ve, li Herêma Kesk gelek caran bi moşekan êrîşî balyozxaneya Amerîkayê kiribû ku Amerîkayê çend bingehên wan bombebaran kiribû û ji hikûmeta Iraqê xwestibû ewlehiyê dabîn bike û rê li ber êrîşan bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin