Hizbullaha Iraqê gef li Kazimî xwar: Divê ji hevkariya ligel dijminan bê darizandin!
PeyamaKurd – Hizbullaha Iraqê ku nêzîkî Îranê ye, gef li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xwar û piştgiriya xwe bo aliyên encamên hilbijartinan protesto dikin nîşan da.
Serkirdeyekî Hizbullaha Iraqê bi navê Ebu Elî Eskerî peyamek belav kir û tê de got, “Hilbijartin komedîyeke bi navê yasayê hatibû sazkirin bû û hîle û neheqîyeke herî mezin bû li dijî gelê Iraqê.”
Eskerî herwiha gef li Kazimî xwar û bangewazî kir ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi tawanên sextekarî û hevkariya ligel dijminan were dadgehkirin.
Berpirsê Hizbullahê ku encamên hilbijartinan nas nake daxwaz kir ku demek berî demekê mafê hilbijêran were radestkirin, ji bo protestoyan astengî neyên derxistin û hêzên ewlekariyê jî ji destwerdanên xwepêşanderan dûr bisekinin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin