Kazimî: %60 leskerên biyanî li Iraqê kêm bûne

16 March 2021 01:12 0 dîtin
Kazimî: %60 leskerên biyanî li Iraqê kêm bûne

PeyamaKurd – Nivîsîngeha serokwezîrê Iraqê ya Mistefa Kazimî bi nivîskî di derbarê seredana wezareta karên derve ya Iraqê de behsa jimareya leşkerên biyanî kir û got ku jimara leşkerên biyanî ji %60 kêm bûye û di siyaseta derve de pêşdeçûn heye. Kazimî weha got:

“Li Iraqê bo têkoşîna li dijî rêxistina terorîst İŞİD ê, 2.500 leşkerên Amerîka hene û bi temamî jimara hêzên koalîsyonê 3 hezarin.

Di wexta hukumeta min de, em li ser diyaloga stratejîk ya bi Amerîka re xebitîn. Me hezra xwe da ser hevkariya aboriyê, dîplomatîk û çandî ya bi Amerîka re. Em di daxistina jimara leşkeran de bo nisbeta %60 an û em biserketin.

Iraq bo temamê hêzên herêmê û navdewletî vekiriye. Bi vê wesîlê îstîqrara Iraqê çêbû û Iraqeka erênî derket ortê. Di vê çarçoveyê de em li ser zeptên muzakereyên ku me bi Ereb, Îran û bi Tirkan re çêkiriye, divê em li ser wan bixebitin.”