Macron ji Kazimî xwest destwerdana biyanî ‘Îranê’ li Iraqê bidawî were
PeyamaKurd - Serokatiya Fransayê li ser hevdîtina Serokomar Emmanuel Macron û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya Parîsê daxuyanî da û ragihand, girîngiya têkoşîna li dijî terorê û bidawîbûna destwerdana biyanî ango Îranê hat tekezkirin.
Li gorî ragihandina Reutersê serokatiya Fransayê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku serokê Fransayê dilsoziya welatê xwe di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de piştrast kiriye û wekî pirsgirêkên sereke yên Iraqê tevgera rêxistina terorîstî DAIŞê û destwerdana biyanî ya di kar û barên wê de nîşan daye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku Kazimî û Macron li ser projeya Koma Alstom a Fransî li Bexdayê kêfxweşiya xwe anîne ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin