Macron: Îran ewlehiya herêmê têk dide, girtina welatiyên biyanî nayê qebûlkirin
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, îro 16ê Mijdarê di duyemîn roja Lutkeya G20an a li bajarê Balî yê Endonezyayê de got, Îran bi kiryarên xwe ewlehiya herêmê têk dide.
Emmanuel Macron bal kişand ser desteserkirina welatiyên Fransî li Îranê û got: “Îranê bi rêya desteserkirina welatiyên Fransî, helwesteke gelek tund li hember me girtiye ber xwe.”
Macron herwiha bal kişand ser êrîşên Îranê yên ser axa Herêma Kurdistanê û diyar kir: “Siyaseta tundûtûjiya Îranê ya li herêmê û rehîngirtina welatiyên biyanî bi ti awayî nayê qebûkirin. Îran di rojên borî de tundûtûjiya berfireh li Iraqê kiriye.”
Di protestoyên li seranserê Îranê de ku du meh in piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî berdewam dikin de, heta niha bi sedan xwepêşander bi destê hêzên Îranê hatine kuştin û birîndarkirin ku 7 welatiyên Fransî jî hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin