Heyeta Amerîka: Divê leskerên Amerîkayê li Iraqê bimînin
PayamaKurd- Heyeta temsîlkarên meclisa Amerîkayê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kirin û ragihandin ku divê leşkerên Amerîkayê weka perçeyek ji koalîsyona navdewletî li Iraqê bimîne. Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê bi awayeka nivîskî ragihand ku heyeteka temsîlkarên meclisa Amerîkayê di bin serokatiya John Garamendi de bi serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî û serokê meclisa Iraqê Mihemmed Helbûsî re hevdîtin kirine.
Hevdîtin bi Bexda û Hewlêrê re hatine kirin. Mijarên hevdîtinê di serî de rakirina İŞİDê ji holê, têkiliyên du alî û mijara hevkariyê bûye. Heyet di hevdîtinê de peyama “li ser banga hukumeta navendî leşkerên Amerîkayê destekê dan. Divê leşkerên Amerîkayê weka perçeyekî hêza koalîsyona navdewletî li Iraqê bimîne.” bo rayedaran hatiye ragihandin.
Heyet di 18 ê adarê de hatiye Bexda û Kurdistanê û bi rayedaran re hevdîtinan kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin