Ji YEyê, daxuyaniya yekem a hilbijartina Tirkiyeyê

29 May 2023 13:30 0 dîtin
Ji YEyê, daxuyaniya yekem a hilbijartina Tirkiyeyê

PeyamaKurd- Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kir û got ku Tirkiye ji bo YEyê, xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Piştî ku proseya gera duyem a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê ku Recep Tayîp Erdogan bi ser ket, ji aliyê Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî peyameke pîrozbahiyê hat belavkirin.

Leyen li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ku "Ez ji ber serkeftina hilbijartinê pîrozbahiyê li Serokomar Erdogan dikim. Ez hêvî dikim ku têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê berdewam bikin.

Ji aliyê stratejîk va girîng e ku Yekîtiya Ewropa û Tirkiye ji bo başkirina têkiliyên xwe yên dualî bixebitin. Ev yek, ji bo fêdeya YE-Tirkiye û gelê me ye.”