Jimara miriyên xeta petrolê giha 114 kesan
PeyamaKurd- Li welatê Meksîkayê li eyaleta Hidalgoyê bi sedema ku ji xeta petrolê petrol dixizinî û derdiker ser erdê, agir bi petrolê ketibû,teqîn çêbûbûn û gelek kes miribûn. Niha jimara miriyên petrolê gihaye 114 kesan.
Wezîrê tenduristiyê yê Meksîkayê Jorge Alcocer ragihand ku piştî teqînê birîndarên ku tedawî dibûn 46 kes bûn û bi temamî mirin. Bi mirina van kesan jimara miriyan gihaye 114 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin