Jin û mêr di malê de bi sîlih hatin kustin

24 May 2023 22:06 0 dîtin
Jin û mêr di malê de bi sîlih hatin kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Peyasê (Kayapınar) jin û mêr di mala xwe de ku bi sîlihan li wan xistine hatin dîtin. Li taxa Medyayê dergevanê bi navê M. Denizli (33) ku her sibe nan li daîra belav dikir, dema ku îro nan belav nekir, bala rûniştvanên apartmanê kişand. Li ser mijarê telefon dan asayîşê û dema ku asayiş çû ciyê bûyerê dîtin ku M. Denizli û hevjîna wî B. Denizli di mala xwe de bê hereketin.

Asayîşê nikaribû di derî de here hundir û di deriyê balkonê de ketine hundir. Dema her dû kesan bê hereket dîtin, bangî têmên 112 an kirin û tîma 112 ê dît ku B. Denizli jiyana xwe ji dest daye û M. Denizli birîndare. M. Denizli bi ambûlansê birin nexweşxana Diyarbekir ya Gazi Yaşargil ê. Lê ew jî li wê derê can da. Ji bo otopsiyê canazan birin morga nexweşxanê.