Dema polis avêt ser malê ser derket: 15 kes hatin kustin

27 April 2019 13:08 0 dîtin
Dema polis avêt ser malê ser derket: 15 kes hatin kustin

PeyamaKurd- Piştî rêzeteqînên li welatê Sri Lankayê ku ew çend kes hatin kuştin û birîndarkirin, polîsên Sri Lankayê operasyonên xwe zêde kirin. Di dema avêtin ser avahiyeka ku jê şikê kiribûn waye terorîst tê de ne, di navbera gumanbar û polîsan de şer derket. Di encamê de 15 kes mirin ku 6 ji wana zarok in.

Berdevkê polîs Ruwan Gunasekara ragihand ku li ser giliyê hemwelatiyan wan avêtiye ser malê û şer derketiye. Ji bilî 15 kesên ku mirine 3 gumanbar jî birîndar ketine dest.

Gunasekara got ku ew texmîn dikin di nava wan de hene ku di pîzobahiya Paskalya de teqînan kirine.