Jineke çiyager bi Çiyayê Agirî re zewicî
PeyamaKurd – Çiyager Sevgul Eraslan, ji bo şermezarkirina tundiya li ser jin û zarokan, bi awayekî sembolîk bi Çiyayê Agirî yê Bakurê Kurdistanê re zewicî. Sevgul Eraslan, ku li 4200 metre bilindahiya Çiyayê Agirî xêlî li xwe kir diyar kir: “Ez bi çiyayê Agirî re bi sembolîk zewicîm. Min xwest sûc û tundiya li ser zarok û jinan şermezar bikim."
Sevgul Eraslan a 33 salî, li Stenbolê li dibistanekê mamoste ye û nêzîkî 4 salan e bi çiyageriyê dike, li Çiyayê Agirî çalakiyek balkêş pêk anî.
Eraslan bi komke 30 kesî re hilkişiya Çiyayê Agirî, dema ku gihîştin 4200 metreyî xêliya xwe ji tûrikê xwe derxist û li xwe kir û li ber çavên hevalê xwe got: “Ez bi Çiyayê Agirî re bi sembolîk zewicîm. Min xwest tawan û tundiya li ser zarok û jinan şermezar bikim. Wekî beşek civakê, haya me heye ku cûdakariya li dijî jinan û binpêkirinên cûrbecûr yên li dijî zarokan li dijî mafên mirovan e. Em dizanin ku ev tawan êşên mezin dikişînin, ne tenê ji bo kesên ku tawan lê wan hatine kirin, di heman demê de ew ziyanên manewî didin her yekê me jî”
Çiyager Eraslan herwiha da zanîn: “Ji bo pêşerojek geş, em dixwazin jin sibê bihêztir bibin û zarok bi ewletir û bêyî êş bigihêjin paşerojê.”
Eraslan eşkere kir: "Ez tundî û cûdakariya ku jin û zarok kişandiye şermezar dikim. Jin û zarok li her qada jiyanê rêz û hezkirinê heq dikin. Em her cûre îstismar dibînin û em dizanin ku li dijîderketina wê, helwesteke bi rûmet e."
Dîmen û wênyên Sevgul Eraslan ên li ser Çiyayê Agirî hatine tomarkirin, li ser medyaya civakî jî rastî elqeyeke mezin hatin.
Ji şopînerên Sevgul Eraslan şîroveyên balkêş hatin parvekirin. Şopînarekî wê wiha dibêje: “Eger we em agahdar kiriba me yê zêrê xwe bikîra û em dê bihatana dawetê".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin