Jineke Kurd dibe balyoza Amerîka ya Misrê

30 March 2023 17:40 0 dîtin
Jineke Kurd dibe balyoza Amerîka ya Misrê

PeyamaKurd – Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê Biden plan dike, jina Kurd a hemwelatiya Amerîkayê, Hêro Mistafa Bajalan ji bo peywira Balyoza Amerîka ya Qahîreyê destnîşan bike.

Hat diyarkirin ku Hêro Mistafa Bajalan di navbera salên 2019-2023an de Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê bû. Cîgira Serokê Nûneratiya Amerîkayê li Balyozxaneya Lîzbona Portugalê bû. Herwiha Şêwirmenda Siyasî di Balyozxaneya Amerîka li New Delhi ya, Paytexta Hindistanê bû.

Hîro Mistefa berê jî di Ofîsa Cîgirê Serokê Amerîkayê de li ser mijarên girêdayî Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Başûr kar xebitîye.

Li ser malpera Koşka Spî hatiye gotin, peywirên wê yên din li Washingtonê, Cîgira Rêveberê Ofîsa Afxanistanê, Şêwirmenda Rojhilata Navîn li Ofîsa Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Siyasî, Rêveberê Dosyaya Karûbarên Îranê û Karûbarên Îsraîl û Filîstînê û Urdinê di Encûmena Asayişa Niştimanî de bûne.

Hêro Bajalan li derve jî wek Kordînatora Sivîl a Amerîka li Mûsilê, Berpirsa Konsulxaneyê Beyrûtê û Berpirsa Siyasî li Atînayê, Yûnanistanê kar kiriye.

Hêro Mistefa xelata “Matilda W. Sinclair” ji bo Serkeftina Berbiçav di Zimanên Biyanî de wergirtiye, ji ber ku ji bilî zimanê îngilîzî, bi Kurdî, Erebî, Farisî, Yewnanî, Hindî, Bulgarî û Portugalî dizane.

Hêro Mistefa dema wergirtina postê Balyozê Amerîka li Bulgaristanê di sala 2019an de  gotiye: “Ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku wek Amerîkiyeke bi regeza Kurd wek Balyoz hatime namzedkirin.”

Herwiha Koşka Spî diyar kiriye, wan belgefîlmek li ser koçkirina malbata Hêro Mistefa Bacalan çêkiriye ku Hêro qehremana wî belgefîlmî ye.

Hêro Mistefa Bajalan sala 1973an li Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê ji dayîk bûye. Di 3 saliya xwe de ligel malbata xwe koçî Amerîkayê kiriye, li zanîngeha Georgetown a Washingtonê xwendiye û li zanîngeha Princeton a New Jersey mastera zanistên siyasî wergirtiye.