Li Amerîka mesa Kurdan a li dijî Peymana Lozanê dest pê kir: Li ber avahiya NY bidawî dibe
PeyamaKurd – Komek kurdên li Amerîkayê û aktivîstên Amerîkî jî di nav de, bi pêşengiya akademisyen û çalakvanê Kurd Kanî Xulam, di salvegera 100emîn a Peyama Lozanê de ku mafên Kurdan hatine binpêkirin, meşeke 24 rojî hate destpêkirin.
Meşê roja 01.07.2023 li ber peykerê 16emîn Serokê Amerîkayê Abram Lincoln li Parka Neteweyî dest pê kir û tê pêşbînîkirin 24ê Tîrmehê ango roja salvegera Peymana Lozanê bigihin ber avahiya Netewên Yekbûyî ya li New Yorkê.
Serokê Tora Zanyariyan a Kurdî-Amerîkî akademisyen Kanî Xulam dide zanîn ku wî ev meş bi navê “Meşa ji bo Azadî û Rûmetê” daye destpêkirin û plan dike eger keşûhewa libar be, di 24ê vê mehê de, di 100 saliya îmzekirina Peymana Lozanê de, bigihe pêş baregeha Netewên Yekbûyî, ji bo şermezarkirina peymanê ku vê peymanê di 100 salên borî de zilm û zordariya li ser gelê Kurd zêde kiriye.
Kanî Xulam dibêje, ew dê bi vê çalakiyê gelê Amerîkayê zêdetir ji doza Kurd agahdar bike û bala xwe bidin daxwaz û têkoşîna gelê Kurd ya ji bo azadiyê.
Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923an li Lozana Swîsreyê di navbera Brîtanya, Fransa, Japonya, Romanya, Sirbistan, Kirwatya, Slovenya, Yunanistan û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin ku bi wê peymanê mafên Kurd û Kurdistanê nehatine misogerkirin. Kurd ji bo bîranîna Peymana Lozanê her sal çalakî û bernameyên cuda saz dikin û dixwazin mafên wan ên azadî û cografî li wan bên vegerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin