Serok Barzanî: Berpirsîya nehistina karesata Kurdan li ser milê Amerîka û Hevpeymanan e

09 October 2019 16:14 0 dîtin
Serok Barzanî: Berpirsîya nehistina karesata Kurdan li ser milê Amerîka û Hevpeymanan e

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Konsûlê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin kir û derbarê rewşa Sûriyê û egerên rûdana şer û karesatan guftûgoyên hûr û eşkere hatin kirin.

Serok Barzanî daxwaz kir, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya ya li Dijî Terorê, ji bo parastina gelê Kurd rola xwe bibînin û rê nedin Kurd rastî karesareteke din bibin.

Di vê civînê de di derbarê rewşa Sûriye û egera rûdana şer û karesatan guftûgoyên hûr û eşkere hate kirin û Serok Barzanî careke din dilgiraniya xwe ya kûr ya li egera rûdana karesatan ji bo Kurdên Sûriye derbirî û daxwaz kir, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê, ji bo parastina gelê Kurd rola xwe bibînin.

Serok Barzanî di vê hevdîtinê de ronahî kir ku gelê Kurd li çarçoveya şerê dijî terorê de qurbaniyeke zêde daye û niha em çaverê dikin Amerîka û Hevpeymanan û civaka navdewletî rê nedin li ber çavên wan gelê Kurd tuşî karesateke din bibe û li vî derbarî de berpirsiyariya mezin dikevê ser milê Amerîka û Hevpeymanan.

Her di vê hevdîtinê de behsa girjî û aloziyên vê dawiyê ya parêzgehên Iraqê kirin û Serok Barzanî ronahî kir ku em bi wê yekê re ne daxwaziyên rewa yên xelkê bêne bicîhkirin, di heman demê de dijî wê ne ku berpirsiyariya gendeliyên berê bixin stûyê hikûmeta niha û hinek kesên rabûyî ku ew bi xwe berpirsê rewşê ne, niha ji bo dijayetiya Serok Wezîr dixwazin suwarê lehiya nerazîbûna xelkê bin û di vî derbarî de piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta birêz Adil Abdulmehdî dûpat kir.