Jineke Kurd li Fransayê xelata ‘Sovalye’yê wergirt

31 January 2020 14:28 0 dîtin
Jineke Kurd li Fransayê xelata ‘Sovalye’yê wergirt

PeyamaKurd - Jineke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê li Fransayê, ji ber çalakiyên xwe yên çand û hunerî hêjayî xelata ‘Şovalye’yê hat dîtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Wênegira Kurd a bi navê Anahîta Qubaîyan ku xelka Kirmanşanê ye li Rojhilatê Kurdistanê, li Fransayê xelata ‘Şovalye’yê wergirt.  Qobaîyan duyemîn hemwelatiya Kurd e ji bajarê Kirmanşanê ku ew xelat pê tê bexşandin.

Fransayê ji ber çalakî û xebatên wê yên di warê çand, huner û wêjeyê de xelata ‘Şovalye’yê bi wê jina Kurd bexşand.

Jina Kurd, Anahîta Qubaîyan, rêvebera ‘Galeriya Rêya Hevrîşîm’ e ku ev 18 sal e ew galerî damezrandiye û di warê çand û hunerê de çalakiyan pêk tîne.

Xelata cîhanî ya Şovalye, pêştir bi hunermendê navdar ên Kurd, Şahram Nazirî, hatibû dayîn û Anahîta Qubaîyan duyemîn hemwelatiya Kurd e ku ew xelat pê tê bexşandin.