Joe Biden: Dagirkirina Îsraîlê ya li ser Gazzeyê wê xeletiyek mezin be

16 October 2023 11:36 0 dîtin
Joe Biden: Dagirkirina Îsraîlê ya li ser Gazzeyê wê xeletiyek mezin be

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir, êrîşa Îsraîlê ya li ser Gazzeyê dê xeletiyeke mezin be.

Biden bû mêvanê bernameya "60 Minutes" ya kanala CBS News.

Biden da zanîn, ew di wê baweriyê de ne ku Îsraîl wê li Gazzeyê "qanûnên şer" bi cih bîne û got, gelê bêguneh ê Gazzeyê wê bigihêje xwarin, av û dermanan.

Biden: "Di vê nuqteyê de hûn ê piştgiriyê bidin dagirkeriya Îsraîlê ya li Gazzeyê? Ez difikirim ku ev ê xeletiyek mezin be. Li gorî min tiştê ku li Gazzeyê diqewime li ser Hamasa tundrew e. Ew nûnertiya tevahiya gelê Filistînê nake. Ji bo ku Îsraîl Gazzeyê dagir bike, wê xeletiyek be. Lê divê bikeve hundur û tundrewên wek Hizbullah û Hamasê tune bikin."

Biden destnîşan kir, divê Hamas bi temamî bê îmhakirin, lê divê rê li ber rêveberî û dewleta Filistînê bê vekirin. "Ev rê çareseriya du dewletan e û bi dehan sal e siyaseta Amerîkayê ye. Wê li kêleka Îsraîlê ji bo 5 milyon Filistîniyan dewleteke serbixwe ava bike."