Joe Biden û Kamala Harris weke 'Mirovên Salê' hatin hilbijartin
PeyamaKurd – Kovara li dinyayê yek ji kovarên herî navdar Time, Joe Biden û Kamala Harris di hejmara xwe ya vê hefteyê de, weke Mirovên Salê hilbijart.
Kovara Time, ji sala 1927an ve her sal kes an hin kesan weka "Person of The Year" (Mirovên Salê) hildibijêre. Kovara ku heftane derdikeve, îsal di hejmara xwe ya hefteya pêşiya me de, Serokdewletê DYAyê yê hatiye Hilbijartin Joe Biden û Cîgira wî Kamala Harris hilbijart û ew li ser berga xwe xist.
Joe Biden, 20ê meha pêşiya me dê dest bi kar bike. Biden, Harris weke cîgira xwe hilbijartibû ku ew yekem Cîgira Serokodewleta DYAyê ye ku bi eslê xwe ji Asyayê ye û reşik e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin