Joe Biden yekem biryara xwe ya li Koska Spî eskere kir
PeyamaKurd - Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden ku biryare 20ê Çileya 2021ê dest bi kar bike, yekem biryara xwe ya wekî serokê Amerîkayê eşkere kir.
Joe Biden ragihand ku wê li Koşka Spî ya Amerîkayê yekem biryara wî e vegera Amerîkayê bo peymana keşûhewayê ya Parîsê be.
Joe Biden got, guhertina hewayê cihê metirsiyê ye û ne tenê öji bo Amerîkayê ji bo hemû mirovahiyê jî wisa ye, ji ber wê jî îdareya wî girîngiyeke zêdetir wê bide tekoşîna li hemberî keşûhewayê.
Herwiha hat diyarkirin ku wê derveyî vegera ji bo peymana Parîsê ya keşûhewayê 250 hezar derfetên kar ên bilez ji bo hemwelatiyên Amerîkayê yên ji ber vîrusa koronayê ziyan dîtine bê dabînkirin û ev wek karên serekî yên Koşka Spî ne.
Peyama Parîsê ya keşûhewayê sala 2015an ji aliyê endamên Netewên Yekbûyî ve hatiye îmzekirin ku li ser pêşîgirtina zêdebûna pileya germê li cîhanê ye.
Di serdema Donald Trump de, Amerîka ji wê peymanê vekişiyabû ku rêveberiya nû ya Amerîkayê ji nû ve lê vedigere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin