John Kirby: Dawiya îsal ew dem e ku Artêsa Ukraynayê balafirên serker ên F-16 bi dest bixe
PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Kirby diyar kir, dawiya îsal ew dem e ku Artêşa Ukraynayê balafirên şerker ên F-16 bi dest bixe.
John Kirby da zanîn, niha tiştê herî girîng pêwîstiya Ukraynayê bi bihêzkirina sîstema asmanî û moşekî heye, loma bala Amerîkayê li ser van mijaran e.
Kirby eşkere kir, Washington pakêteke nû ya sizayan bi ser 120 kesayet û aliyên Rûsî de pesend kiriye û bi hevkariya koma heft hewla rêgirtina li gihiştina keresteyên dirustkirina dronan ji Îranê bo Rûsyayê didin.
Ji aliyekî din ve, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky destnîşan kir, Rûsya di nava çar rojan de 70 mûşek û 90 dronên Îranî arasteyî Bendera Odessayê kirine.
Herwiha da zanîn, bereveniya Ukraynayê hîn jî ewqas bihêz nîne ku bikare asmanê welat bi temamî biparêze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin