John Kirby: Me bi rêya êrîsên esmanî alîkariya HSDê kir

22 January 2022 15:00 0 dîtin
John Kirby: Me bi rêya êrîsên esmanî alîkariya HSDê kir

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîka bi daxuyaniyekê diyar kir, wan bi rêya êrîşên esmanî, alîkariya HSDê kirine ku rewşa girtîgeha Xiwêran a Hesekê kontrol bike.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di konferanseke rojnmevanî de eşkere kir, êrîşeke esmanî ji bo piştevanîkirina HSDê hatiye encamdan, ew jî dema rûbirûbûn di navbera wan û girtiyên DAIŞê de hebû ku ji girtîgeha li taxa Xiwêran reviyabûn.

John Kirby da zanîn: “Me hin êrîşên asmanî pêşkêşî wan kir ku piştgirî bidin wan dema ku ew bi vê reva zindanê ya taybet re mijûl dibûn. Amerîka pê dizane ku metirsiya DAIŞê ji holê ranebûye û em li ser vê yekê disekinin."