Johnson: Pêsmerge ne tenê Kurdistan, em jî parastin...
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Brîtayayê Boris Johnson, serdana Herêma Kurdistanê kir û li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya Duhokê di 4emîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) de axaftinek kir.
Johnson di axaftina xwe de bal kişand ser ku wê Brîtanya piştevaniya xwe ya bo Herêma Kurdistanê bidomîne û got, hêzên Pêşmerge ne tenê Kurdistanê herwiha parastina Brîtayayê jî dikin.
Boris Johnson kêfxweşiya xwe ya bo cara duyem hatina Kurdistanê diyar kir û li ser şerê dijî DAIŞê got: “Şerê we şerê me jî bû. Şerê Pêşmerge ji bo parastina Brîtanyayê û me hemûyan bû.”
Johnson pesnê proje û xebatên kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê da û diyar kir, piş kêfxweş im ku berpirsên PDK û YNKê ligel hevdu di vê forûmê de dibînim,
Herwiha Boris Johnson anî ziman ku ew hêvî dike seferên rasterast di navbera Hewlêr û Londonê de jî dest pê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin