K. Yildirim: Li ser zimanê kurdî hemî partî derewan dikin!
PeyamaKurd- Wekîlê HDPê Kadri Yildirim li ser mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî nêrînên xwe bi çapemeniya Kurdî re parve kirin û got ku di vê mijarê de ti kes, ne ji dil e.
Yildirim wiha dewam kir: “Hemî partî ji bo zimanê Kurdî hinek tiştan dibêjin. Lê bi rastî, ji bo perwerdehiya bi Zimanê Kurdî, projeya ti kesî nîn e. Hemî jî Kurdan dixirînin. Hemî partî îro hewceyî rayên Kurdan e û ji bo ku rayên Kurdan bistînin, xwe ji Kurdan re şîrîn dikin. Lê bi rastî ev hemî jî tenê ji bo hilbijartinê ne. Lewra perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê ye.
Kadri Yildirim di vê mijarê de hinek rexne li partiya xwe yanî li HDPê jî kirin û wiha got: Mixabin HDP jî di mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî de pir qels ma. Ev sê sal in ku ez di HDPê de wekîl im. Min ji partiya xwe xwest ku ji bo Kurdolojiyê jî em komîsyonekê ava bikin. Lê mixabin min çi qasî israr jî kir, min ti kes qaîl nekir. Yanî mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî, ne di rojeva ti kesî de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin