Kabîneya Erdogan diyar bû, pistî sondxwarinê tê ragihandin

01 June 2023 20:47 0 dîtin
Kabîneya Erdogan diyar bû, pistî sondxwarinê tê ragihandin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku di hilbijartinên 28ê Gulanê yên gera duyem de, car din wekî serokomar hate hilbijartin, kabîneya xwe ya hikûmetê roja Şemiyê radigihîne.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê ya nêzîkî hikûmetê, bernameya Erdogan a merasîma sondxwarinê zelal bûye û roja Şemiyê li demjimêr 14:00 sonda yasayî dixwe.

Hat ragihandin ku kabîneya Erdogan a hikûmetê jî diyar bûye û tê çaverêkirin roja Şemiyê piştî sondxwarinê li demjimêr 22:00 wezîrên kabîneyê bên eşkere kirin.

Di gera duyem a hilbijartinên serokomariyê de, Erdogan bi wergirtina ji sedî 52:18ê dengan li hember Kemal Kilicdaroglu yê namzedê opozîsyonê bi ser ketibû û ji nû ve wekî serokomar hatibû hilbijartin.