Kabîneya Nehem bi qasî 840 milyar Dînar ji bo 884 projeyan ji Herêmê re veqetand û xerc kir

23 June 2022 13:01 0 dîtin
Kabîneya Nehem bi qasî 840 milyar Dînar ji bo 884 projeyan ji Herêmê re veqetand û xerc kir

PeyamaKurd – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî hebûna qeyrana darayî û belavbûna nexweşiya Koronayê, bi qasî 840 milyar Dînar ji bo 884 projeyan ji Herêmê re veqetand û xerc kir.

Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, xerciyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di sê salên borî de, bi vî awayî bûn:

Sala 2019: 243 milyar Dînar

Sala 2020: 151 milyar Dînar

Sala 2021: 446 milyar Dînar

Koma Giştî: 840 milyar Dînar

Herwiha li gor daneyan, ji meha Tîrmeha 2019an heta dawiya sala 2021ê, koma xerciyên Kanîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di projeyên wiha de bûn:

Rê: 392 milyar Dînar

Şarewanî: 282 milyar Dînar

Elektirîk: 25 milyar Dînar

Saylo: 37 milyar Dînar

Perwerde: 26 milyar Dînar

Nişticihbûn: 25 milyar Dînar

Bendav: 22 milyar Dînar

Sektorên cuda: 31 milyar Dînar