Kabîneya Sûdanî îro li ser sandina pereyên Kurdistanê biryarê dide

17 September 2023 10:26 0 dîtin
Kabîneya Sûdanî îro li ser sandina pereyên Kurdistanê biryarê dide

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê 17ê Îlonê Encûmena Wezîran a Iraqê bi seroktiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dicive û biryarê li ser pêşniyara şandina pereyên bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide.

Li gorî zanyariyan, piştî serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî ya Bexdayê, kabîneya Sûdanî îro li ser şandina pişka budçeyê ya Herêma Kurdistanê biryara xwe dide.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşniyar kiribû ku hikûmeta Iraqê ji bo mehên (7 - 12) mehane 800 milyar dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne da ku mûçeyê karmendan bide.

Şanda Kurdistanê serdanê de pêşniyara guhertina çend xalên yasaya bûdçeyê yên girêdayî pişka Herêma Kurdistanê jî kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dawiya serdanê ragihand ku serdana wan ji bo parastina maf û şayesteyên Herêma Kurdistanê bû û spasiya aliyên Kurdistanî kir ji bo yekrêziya ku li hember mafên Herêma Kurdistanê nîşan dane.