Sûdanî: Em ê sandina mûçeyên Kurdistanê berdewam bikin

07 April 2024 09:34 0 dîtin
Sûdanî: Em ê sandina mûçeyên Kurdistanê berdewam bikin

PeyamaKurd-  Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî doh li Bexdayê gotûbêj li ser çend pirsên wekî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û proseya hinardekirina petrolê hatiye kirin.

Sûdanî pabenbûna bi rêkeftina siyasî ragihand

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê re ragihand, “Me, di gotûbêjan da, tekezî li ser bingeh û prensîbên girîng û bingehîn kir ku, beşek in ji wê rêkeftina siyasî ya ku hikûmet li ser hatiye avakirin. Ew prensîbên ku tekeziyê li ser pabendbûna bi destûrê, prensîba şirîkatî û hevsengiyê û çareserkirina hemû pirsgirêkên hêlawêstî di çarçoveya destûrê da dikin.”

Sûdanî got: “Li ber ronahiya lîsteyên fermî yên karmendan û hemû wezaret û ew kategoriyên navên wan hatine ku ji aliyê her du Dîwanên Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê û Federalî ve hatine kontrolkirin, me dest bi dayîna mûçeyan kir. Paşî lîste ji Wezareta Darayî ra hatin şandin da ku dest bi dayîna mûçeyan bike, Ev yek jî hat kirin û hemû mûçeyên meha sibat û adarê hate dayîn.”

Herwiha got: “Em tekeziyê li ser berdewamiya proseya xerckirina mûçeyan dikin, bi awayekî ku, nakokî digel biryara Dadgeha Federalî nebe û bibe alîkar bo dabînkirina mûçeyê ku çavkaniya debara welatiyan e.”

Di daxuyaniyê de hatiye got, “berpirsiyariya me weke Hikûmeta Federal ew e ku bi cidî li ser jiyana karmend û welatiyan, çi li Herêmê û çi li parêzgehên din bin, ev yek jî bi hevkarî û nermbûna pêwîst di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal da pêk tê. Her wiha dosyeyên din jî hatin gotûbêjkirin, bi taybetî ewên ku, peywendî bi destpêkirina prosesa hinartina petrolê û ew guhertinên ku pêwîste di yasaya bûdceyê û girêbestan da bêne kirin û digel pêdaçûna piralî û giştgîr ku yasaya sê salan ya bûdceyê pesend kirine.”

Sûdanî diyar kir, “Ev hemû çalakî û civîn ber bi tekezîkirin li ser lihevtêgihiştin û karê bi hev ra bi awayekî ku, xizmeta zarokên gelê me, li hemû derên welat bike, dimeşin.”

‘Me tekezî li ser bicihkirina rêkeftinan kir’

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ji dema ku birêz Sûdanî bûye Serokwezîr, heta niha di hemû waran da hewleke ciddî daye ku xizmeta hemû Iraqê bike, çi li Herêma Kurdistanê û çi li deverên din yên Iraqê be. Em kêfxweş in bi vê serdana îro bo Bexdayê ku tê da me piştevaniya xwe ji bo birêz Serokwezîr ji bo serxistina karnameya hikûmetê dupat kir û di civîna xwe ya îro da digel cenabê wî, me tekezî li ser cîbicîkirina wan rêkeftinan yên hikûmet li ser hatiye avakirin, kir.”

Barzanî got: “Em dilxweş in ku di encama wê rêkeftinê da mûçeyên karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê bêne dayîn, wek ku birêz serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir, di çarçoveya rêkeftina di navbera Serokwezîr birêz Mesrûr û birêz Serokwezîr Sûdanî da û em hêvî dikin ku ev yek berdewam bike.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Di wê civînê da behsa çawaniya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê di paşerojê da hate kirin û em di wê baweriyê da ne ku di bin çavdêrî û serokatiya cenabê wî da emê bigihin têgihîştina hevbeş di pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da ku ji bo hemû Iraq û Herêma Kurdistanê jî xêr hebe.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser, “Di vê civînê da, wek cenabê wî got, me behsa pirsa petrolê jî kir û di vî warî de çend pirsgirêk hene, lê di prensîbê da çend rêkeftinên baş hatine kirin û em hêvîdar in di zûtirîn dem da pirsa petrolê jî were çareserkirin.”