Kampa Penaberan a Bureycê ya li Gazzeyê hat bombebarankirin
PeyamaKurd – Îsraîlê Kampa Penaberan a Bureycê ya li Gazzeyê bombebaran kir û di encamê de 15 kes hatin kuştin.
Li gor Berdevkê Parastina Sivîlan a Filistînê ya Gazzeyê Mahmûd Basal derbarê êrîşê de agahî dan û diyar kir, Îsraîlê cih û warekî li Kampa Bureycê bombebaran kir û ekîbên parastina sivîlan gîhaştin 15 cenazeyan.
Basal herwiha eşkere kir, bi dehan kes birîndar bûne.
Di heman demê de Basal da zanîn, di bin kavilên malan de gelek kes hene, ekîb ji bo ku wan rizgar bikin xebatên xwe didomînin.
Basal got, herwiha balafirên şer ên Îsraîlê malên li Kampa Bureycê bombebaran kirin.
Li Gazzeyê xelkê herêmê jî dibêje, zerer gelekî mezin e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin