Li Hewlêrê dronekî nêzî kampa penaberan ya Cejnikan ket
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bakûrê Hewlêrê li nahiya Behirka nêzî kampa penaberan ya Cejnikan dronekî ket jêr. Rêvebirê nahiya Behirka Tole Mehdî bûyerê ragihand. Tole Mehdî li ser ketina dronê şiroveyekî kir û weha got:
“Nehat zanîn bê drone ji aliyê kî de û çima hatiye şandin. Niha lêkolîn dewam dike. Lê kes jiyana xwe ji dest nedaye.”
Tîmên Kurdistan Antî-teror wêneya drona ketî parvekir. Di daxwuyaniyê de hat ragihandin ku drone ya hêzên koalîsyonê ye û bi sedema teknîkî ketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin