Xaniyek li Kampa Mexmûrê hate bombebarankirin: 3 jin birîndar bûn
PeyamaKurd – Îro danê êvarê Kampa Mexmûrê ya wargeha penaberên Kurdên Bakurê Kurdistanê hate bombebarankirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, xaniyekî Kampa Mexmûrê ya ku penaberên Bakurê Kurdistanê lê dimînin îro li demjimêr 17:05an ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hat bombebaran kirin û 3 jinên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezîme Kabul birîndar bûn.
Hate zanîn ku niştecihên kampê birîndar ji bo dermankirinê birine newxweşxaneyê ku rewşa tenduristiyê ya jinekê xedar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin