Kampa penaberan sewitî: 12 hezar û 500 kes li kuçeyan man

09 September 2020 18:16 0 dîtin
Kampa penaberan sewitî: 12 hezar û 500 kes li kuçeyan man

PeyamaKurd – Li Kampana Penaberan a Moria ya li girava Midillî ya Yunanistanê îro danê sibehê şewat çêbî.

Hat ragihandin di piştî agir bi gelek xalên kampê ketiye, 12 hezar û 500 penaberên di kampê de diman kam vala kirine û li nav kuçeyê giravê belav bûne.

Li gorî zanyariyan ti encama şewatê de ti ziyaneke canî çênebûye.

Kampa navborî ji ber tomarkirina 35 pêketiyên vîrusa koronayê ji hefteya borî ve hatibû karantînekirin.