Kanada di 3 salan de 1 milyon û 450 hezar koçberan digre welatê xwe
PeyamaKurd – Nûfûsa Kanada ji ber hem keme û her diçe nûfûz pîr dibe, ji bo karibe kêmasiya karkeran dagire û mîzanekî di navbera xelkê de deyne, wê di nav 3 salên pêşiya me de 1 mîlyon û 450 hezar koçebarn bigre welatê xwe. Di mijarê de wezîrê koçberiyê, multecî û hemwelatîbûnê Sean Fraser agihand ku hukumeta serokwezîr Justin Trudeau wê di sala 2023an de 465 hezar, di sala 2024an de 385 hezar û di sala 2025an de 500 hezar bi temamî 1 mîlyon û 450 hezar koçberan bigre Kanadayê.
Bi sitendina wan koçberan wê nûfûsa Kanadayê %4 zêde bibe. Fraser, ragihand ku pêdiviya Kanadayê bêhtir bi mirovan heye û weha got:
“Koç ne tevgerekiye ku em dikin. Em kî ne? Plana koçberiya îsal wê alîkariya pêdiviya xebatkarên kargehan bike, wê bike ku em di demekî dirêj de biserbikevin. Em ê karibin ji wan kesên ku ji şer, zilmê û şiddetê direvin, alîkariya wan bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin