Almanya: ‘Pêdiviya me salane bi 1.5 milyon koçberan heye’

03 July 2023 21:06 0 dîtin
Almanya: ‘Pêdiviya me salane bi 1.5 milyon koçberan heye’

PeyamaKurd – Berpirsa Konseya Aboriyê ya Almanyayê Monika Schnitzer, ji rojanameya Süddeutsche Zeitung ragihand ku salane pêdiviya Almanyayê bi 1.5 milyon koçberan heye daku hejmara xebatkaran wekî xwe bimîne.

Schnitzer gotiye: “Dema em welatiyên ji welat koçber dibin bidin ber çavan, her sal pêwîstî bi 400 hezar hemwelatiyên nû heye û herwiha ji bo xebatkar jî wekî xwe bimînin, pêdivî bi 1.5 milyon koçberan heye.”

Monika Schnitzer da xuyakirin ku bi awayekî lezgîn pêwîstiya wan bi ‘çanda bixêrhatinê’ heye.

Hêjayî gotinê ye, demek berê jî hikûmeta Alman ragihandibû ku ew dê ji bo wergirtina koçberên nû di yasayên xwe de hêsankariyan bikin.