Kanada wê bi vexwendinê xebatkarên tenduristiyê ji cîhanê werbigire

29 June 2023 12:28 0 dîtin
Kanada wê bi vexwendinê xebatkarên tenduristiyê ji cîhanê werbigire

PeyamaKurd Kanadaya ku ev demek e di warê tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijîn, bi bernameya xwe ya nû ya koçberiyê dê kedkarên tenduristiyê yên cîhanê werbigire.

Karkerên lênihêrîna tenduristiyê yên bijarte li çaraliyê cîhanê wê werin vexwendin ku li Kanada bixebitin.

Kanadaya ku ev demek e di warê tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijîn, bi bernameya xwe ya nû ya koçberiyê wê kedkarên tenduristiyê yên cîhanê werbigire.

Di daxuyaniya hevpar a nivîskî ya Wezîrê Hemwelatî û Koçberiyê yê Kanadayê Sean Fraser û Wezîrê Tenduristiyê Jean-Yves Duclos de hat diyarkirin, wê ji pisporên tenduristiyê yên ji çar aliyê cîhanê yên ku mafê bicihbûn û xebatê li Kanadayê hene re dawetname bê şandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sektora tenduristiyê ya Kanadayê bi kêmasiyên nedîtî re rû bi rû maye û wiha got: "Civakên li Kanadayê hewcedarê xebatkarên tenduristiyê ne. Ji bo ku bibin bersiv ji vê pirsgirêkê re, di bernameya koçberiya aborî ya Express Entry de guhertinên nû hatine çêkirin. Niha Hikûmeta Kanada hin jêhatîbûnên ji hin kesan pêşkêş dike. Herêmên perwerdehiyê wê ji serlêderên xwedî ziman an jî jêhatîbûna ziman re dawetnameyek bişîne da ku serlêdana rûniştina daîmî li Kanada bikin.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya koçberiyê de bi vexwendinê wê doktor, hemşîre, diranan, dermansaz, fîzyoterapîst û optometrîst bên îstîhdamkirin û di serî de dê 500 xebatkarên tenduristiyê bên vexwendin.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Wezareta Hemwelatî û Koçberiyê hat dayîn de hat destnîşankirin ku wê qonaxa duyemîn a serlêdanê di 5ê Tîrmehê de destpê bike û hezar û 500 xebatkarên tenduristiyê ji bo serlêdanê bên vexwendin.

Agahiyên serîlêdanê li ser malpera fermî ya Wezareta Hemwelatî û Koçberiyê ya Kanadayê ne.

Li Kanadaya ku bi şewba cureya nû ya Koronayê (Covîd-19) di sektora tenduristiyê da ketiye qeyranê, kêmbûna personelê di xizmetên tenduristiyê yên gel da dibe sedema astengiyên cidî.

Digel ku rojek ji bo emeliyatan di 6 mehên destpêkê de li seranserê welêt tê dayîn, demên dirêj ên bendewariyê yên ji 8 saetan derbas dibin, di servîsên acîl de jî, dibe sedema rexneyên tund.