Kanadayê êrîsa ser Hewlêrê bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd - Berpirsa Nivîsîngeha Nûneratiya welatê Kanada li Herêma Kurdistanê Ashley Durec êrîşa şeva borî ya ser Hewlêrê şermezar kir.
Berpirsa Nivîsîngeha Nûneratiya Kanada li Hewlêrê Ashley Durec, êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê şermezar kir û piştevaniya welatê xwe ji bo xelkê Kurdistanê ragihand.
Di daxuyaniyê de herwiha Kanadayê piştevaniya xwe ji bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo lêkolîna ser berpirsên vê êrîşê nîşan da.
Berpirsa Nivîsîngeha Nûnertiya Kanadayê ya li Herêma Kurdistanê li ser twitterê ragihand ku ew bi tûndî êrîşa ser Hewlêrê şermezar dikin ku bûye sedema kuştina kesekî û birîndarbûna hejmarek kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin