Karkerên ku dijî qeyûman derketibûn ji kar hatin avêtin
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê 6 karkerên şaredariyê bi hinceta ku beşdarî çalakiyên nerazîbûn û dijderketina tayînkirina qeyûman bûne ji kar hatin avêtin.
Hat zanîn ku doh roja Çarşemê qeyûmê (kesê li şûna şaredarê hilbijartî hatiye danîn) Şaredariya Kayapinar a Diyaberkirê 6 karker ji kar derxistin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ragihand ku ew 6 karker ji bo ofîsa kargeriya Kayapinarê hatine daxwaz kirin û li wê derê vîdyoyên beşdariya wan di xwepêşandanan de nîşan dane û piştre biryara ji kar dûrxistina wan hatiye dayîn.
Li gorî zanyariyan heta niha ango di nav 4 mehan de, bêhtirî 167 karên şaredariyan ji aliyê qeyûmên tayînkirî ve ji karê xwe hatine derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin