Karkerên pîsesaziya Îranê jî dest bi grev û xwepêsandanan kir

27 November 2022 18:04 0 dîtin
Karkerên pîsesaziya Îranê jî dest bi grev û xwepêsandanan kir

PeyamaKurd – Protestoyên dijî rejîma Îranê ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê dest pê kirine 72 roj in bênavber li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin.

Heta niha xwendekarên zanîngehan, mamoste û gelek beşên din ên civakê beşdarî xwepêşandan û protestoyan dibin ku niha protesto û grevên giştî li nav kargehên pîşesaziyê jî belav bûne ku karker dikevin grevê kar radiwestînin.

Li gorî zanyariyên li ser medya civakî û medya Îranê belav bûne, doh Şemiyê di 11emîn hefteya nerazîbûn û xwepêşandanên seranserî yên xelkê Îranê de, li pîşesaziya berhemanîna hesin jî grev û xwepêşandanan destpê kir.

Sendîkaya Azadî ya Karkerên Îranê ragihandiye ku karkerên kargeha berhemanîna hesin li Îsfahan roja şemiyê ji ber bicihnekirina sozên rayedaran grev dane destpêkirin û daxwaza zêdekirina mûçeyan kirine û herwiha piştevaniya daxwazên xwepêşanderan kirine.

Li gorî dîmenên belav bûne, karkerên şîrketa amûrên navmalî ya Pars li bajarê pîşesaziya Elburz li Elwend bi dirûşma ‘Karker hawar bike, daxwaza mafê xwe bike” xwepêşandan kirine û karkerên şîrketa Sermaaferîn jî li bajarê pîşesaziyê Elburzê grev kirine.

Sendîkaya Azadî ya Karkerên Îranê daye xuyakirin, karkerên şîrketa otomobîlsaziyê Mirtib jî ji ber ev 9 meh in mûçe newergirtine grev dane destpêkirin û karkerên lehîm a komeleya pola li ser mirina 2 kesan ji hevalên xwe dest ji kar berdane ku ew du karker ji ber teqînekê û nebûna pêdiviyên ewlehiyê û xweparastinê can dane.