Karkerên bi dehan kompaniyên Petrokîmyaya Îranê ketin grevê
PeyamaKurd – Li gelek bajarên Îranê ji ber rewşa xirab a kar û debara jiyanê, karker û xebatkarên pîşesaziya neft, gaz û petrokîmyayê ketin grevê.
Hat eşkere kirin ku hejmareke zêde ji karkerên yekeyên pîşeyî û neftî yên wek kompaniya Hîdrosazan, kompaniya Ferayend a Sen`eta Yezd, Fûlad-Sen`eta Etles, Cehan Pars, petrokîmiya Geçsaran, petrokîmiya Dêhloran, Maşînsaziya Erak, Fera Sekû ya Eselûyê, Azer Filiza Şîraz û petrokîmiya Sedef”, Kompaniya Îsnal Sen`et, komnpaniya Pars Liyan, Kompaniya Karûn Goster a Mêsê Serçişmê, kedkarên girêbestî yên “Dêhqan” û Maşînsaziya Sîrcan, petrokîmiya Bender Cask, kompaniya berq û enerjiya Neftê Spahan, kedkarên kangeha Mios a Diralo ya Kirmanê û hin kompaniyên din, grev kirin û xwepêşandanên nerazîbûnê li dar xistin.
Karkerên grevgirtî daxwaza zêdekirina heqdestê xwe kirin û dane zanîn ku divê heqdestê wan li gorî bilindbûna enflasyonê bê zêdekirin, lê ew daxwaza wan heta vê gavê ji aliyê berpirsan ve nehatiye berçavgirtin.
Hat zanîn, ji ber grevan di beşên wan kompaniyên petrokîmyayê de, kar bi tevahî hatiye rawestandin ku li ser banga Sendîkaya Giştî ya Kedkarên projeyên neft, gaz û petrokîmyayê birêve diçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin