Karwanek mezin a leskerî ya Rûsyayê nêzîkî Balafirxaneya Antonov bû

01 March 2022 13:00 0 dîtin
Karwanek mezin a leskerî ya Rûsyayê nêzîkî Balafirxaneya Antonov bû

PeyamaKurd Karwanek mezin a leşkerî ya Rûsyayê, bi dirêjahiya zêdetirî 60 km ber bi Kîev ve bi pêş ve diçe û nêzîkî Balafirxaneya Antonov bû.

Kompaniya “Maxar” a Amerîkî wêneyê vê karwanê weşand û diyar kir, karwana Rûsî nêzîkî Balafirxaneya Antonov (nêzîkî 25 kîlometre dûrî navenda Kiev) bûye.

Ji destpêka êrîşa Rûsî li ser Ukraynayê ve, şerên giran li ser Balafirxaneya Antonov tê kirin. Hêzên Rûsî hewl didin vê navenda stratejîk kontrol bikin, ji ber ku ev yek kontrolkirina Kîevê pir hêsan dike.

Herwiha Maxarê eşkere kir, karwana ku bi dirêjahiya 64 km dirêj e , ji wesayîtan pêk tê, beşek ji wan hinekî ji hev dûr dikevin, beşa din jî di du sê rêzên teng de li kêleka hev dimeşin.