Talîbanê karwaneke mezin a leskerî sand Pencsîrê û 4 saet dem da hêzên Ahmed Mesûd
PeyamaKurd – Talîbanê piştî ku herêma Pencşîrê bi serokatiya Ahmed Mesûd biryara berxwedanê da ji bo wê herêma bakurê Afganistanê ya hêzên dijberên Talîbanê ji bo berxwedanê kom bûne kontrol bike kete tevgerê.
Li gorî çavkaniyê herêmê û dîmenên hatine belavkirin, Talîbanê hêzeke mezin a bi çekên giran ber bi Pencşîrê bi rê kiriye û ji bo keleha dawî ya berxwedana dijî Talîbanê bajarê Pencşîrê radest bikin jî 4 saet dem daye hêzên bi seroktiya Ahmed Mesûd.
Hêjayî gotinê ye, Ahmed Mesûd piştî Talîbanê dest danî ser rêveberiyê Kabul a paytexta Afganistanê kontrol kir, biryara berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê li hember Talîbanê ragihandibû û ji welatên rojavayî jî di serî Amerîka piştgirî xwestibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin