Îdia: Misirê, sewqiyateke mezin a leskerî sand sînor!

13 October 2023 16:30 0 dîtin
Îdia: Misirê, sewqiyateke mezin a leskerî sand sînor!

PeyamaKurd- Hat îdîakirin ku artêşa Misirê, sewqiyateke leşkerî ya mezin şand ber bi deriyê sînorî yê Refahê yê li ser sînorê Xezayê.

Di pêvajoya di çapemeniya Îsraîlê de qala amadekariyên hêzên artêşê ya operasyoneke bejayî li dijî Xezayê tê kirin de bêdengiya li ser vê mijarê ya Til Evîvê berdewam e.

Di vê çarçoveyê de Rêxistina Mafên Mirov a Sînayê ku navenda wê li Londonê ye, îdia kir ku hêzeke mezin a artêşa Misirê, roja pêncşemê piştî nîvro gihişt herêma sînorî ya Refahê.

Di peyama medyaya civakî de dîmenên yekîneyên artêşa Misirê yên şandine deriyê sînor ê Refahê hatin parvekirin û pê ve girêdayî ev daxuyanî hat parvekirin:

"Şahedan, ji Weqifa Sineyê re ragihand ku hêzên mezin ên leşkerî roja pêncşemê piştî nîvro gihîştine herêma sînorê Refahê. Çavkaniyan destnîşan kir ku ev hêz ji efser, leşker, maşînên leşkerî û tanqan pêk tê.”