Karwanekî din ê leskerî yê Amerîkayê ji Rojava gihîst herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Îro karwanekî din ê leşkerên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê vekişîya û gehişte Herêma Kurdistanê.
Li gorî zanyariyên berdest, ew karwanê leşkerî yê Amerîkayê ku ji Rojavayê Kurdistanê vekişîya, îro (05.11.2019) serê sibehê gihîşt sinorê parêzgeha Duhokê û ber Hewlêrê ve çû. Ji bilî wesayîtên leşkerî çend otombêlên barhelgirî li gel wî karwanî hebû.
Berê jî çend karwanên din ji hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê vekişiya bûn gihîştibûn Herêma Kurdistanê û beşek ji wan li parêzgeha Enbarê hatin bicîh kirin.
Ji destpêka êrşên Tirkiyê bo ser rojavayê Kurdistanê, bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ve, hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji piranîya deverên Rojavayê Kurdistanê xwe vekişandin. Dûre Amerîkayê biryar da hejmareke hêzên xwe bihêle û wan hêzan dişîne cîhên ku bîrên petrolê yên li Rojavaya Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin